Piştî operasyona li Idlibê careke din hevkariya Tirkiyê û DAIŞ’ê derket holê

Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî. Bi navê xwe yê rast Emir Muhemmed Ebdurrehman El-Mevli El-Selbî. Di encama operasyona Hêzên Amerîkayê û bi piştgiriya QSD’ê li herêma Îdlibê a li ser sînorê Tirkiyê hat kuştin. Duh serokê Amerîkayê ev yek ragihand û ji piştiriya operasyonê jî spasiya QSD’ê kir. Cihê ku serçeteyê DAIŞ’ê lê hat kuştin di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Piştî kuştina serçete El Qureyşî careke din bala hemû cîhanê çû ser têkilî û hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê.

2’ê vê mehê Hêzên Amarîkayê bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk li herêma Idlibê a ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, operasyoneke mezin pêk anîn.

Heman herêm bû ku di 27’ê Cotmeha 2019’an li dijî serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekîr El Bexdadî jî operasyon pêk hatibû û hatibû kuştin.

Operasyona vê care jî dîsa li dijî serçeteyê duyemîn yê DAIŞ’ê bû.

Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî. Bi navê xwe yê rast Emir Muhemmed Ebdurrehman El-Mevli El-Selbî ye û Turkmenê Telafer a Iraqê ye.

El Qureyşî piştî kuştina El Bexdadî bûbû serçeteyê DAIŞ’ê. Amerîkayê berî niha ji bo girtin û kuştina wî 5 mîlyon dolar danîbû.

El Qureyşî piştî hilweşandina rejîma Sedam Huseyîn a sala 2003’an, beşdarî nava El Qaîdeyê bibû.

Di sala 2014’an jî piştî ku DAIŞ û El Qaîde ji hev veqetiyan beşdarî DAIŞ’ê bibû. Piştî ku El Qureyşî bû serçeteyê DAIŞ’ê û şûnde jî fermanên gelek kuştin û komkujiyan da.

Şeva 2’yê Sibatê Hêzên DYA bi piştgiriya Hêzên QSD’ê li dijî maleke ser sînorê Tirkiyê a li bajaroka Atmê a Idlibê operasyon pêk anîn.

3’ê Sibatê serokê Amerîkayê Joe Biden bi daxuyaniya Çapemeniyê ragihand ku di encama vê operasyonê de serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî hatiye kuştin.

Biden ji ber alîkariya di vê operasyonê de spasiya QSD’ê kir.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî ragihand ku wan bi hevkariya bi Amerîkayê re derbeke din a xurt li DAIŞ’ê xist.

Bi vê operasyonê re careke din têkilî û hevkariya dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê derket holê.

Li gorî îfadeyên hin çeteyên ku hatibû girtin, El Qureyşî di sala 2017’an de li ser Îdlibê re derbasî Tirkiyê buye û li bajarên mîna Enqere û Dîlokê maye.

Di Mijdara 2019’an ango mehek berî kuştina El Bexdadî li bajarê Dîlokê bi çeteyên DAIŞ’ê re civînek pêk anîye.

Piştî ku dibe serçeteyê DAIŞ’ê jî yekser bi MÎT a Tirk re tevdigere. Birayekî serçete El Qureyşî jî rêveberekî Eniya Tirkmen a Iraqê ye.

 

Back to top button