Xwepêşandana barhilgirên li Kanada weke “serhildanê” hat binavkirin

Li welatên rojava, beşeke zêde ya civakê li dijî derziya Covid-19 ye. Li Kanada ev yek derbasî qonaxekî hîn zêdetir bûye û ji 29’ê Çileyê despê kirî, çalakiya kamyonetan dewam dike. Ev çalakî weke “serhildaneke neteweyî” hate nirxandin.

Lijneya Polîsên Ottrawa ku ji bo nîqaşkirina rewşa li paytextê kom bû, bûyer wekî “serhildaneke neteweyî” û “bajarekî di bin dorpêçê de” mabû binav kir.

Seroka Lijneya Polîsan a Ottrawa Diane Deans di daxuyaniyekê de got: “Em di roja heştemîn a vê dagirkeriyê de ne. Bajarê me di bin dorpêçê de ye. Ev kom ji ber nebûna cezayan li hemû astên hikûmetê cesaret dike. Ev kom ji bo demokrasiya me gefe. Tiştê ku em dibînin ji pirsgirêka bajarê Ottawa mezintir e.”

Wezîrê Parastina Giştî Marco Mendicino di daxaftina xwe ya ji televsiona dewletê re got, Kes ne li gora qanûna ne.

Serokê şaredariya Ottawa: Kontrola li nava bajar ji destê me derketiye

Serokê şaredariya Ottawa Jim Watson jî got, êdî kontrola li nava bajar ji dest derketiye.

Watson de diyar kir ku xwepêşander ji kontrolê derketine û wiha got: “Di vê gavê de rewş bi temamî ji kontrolê derketiye. Ew ji me bêtirin. Min ji şefê polîsan re got, divê em pir bi leztir bin.”

Back to top button