Îran bo Riyadê: Em amadene bi Siûdiyê re danûstandinan bidin despêkirin

Tahran dixwaze di zûtirîn demê de, aloziya navbera xwe û Riyadê çareser bike. Îranê ragihand ku ew amadene di çarçoveya dema borî de, bi Siûdiyê re dest bi danûstandinan bikin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade bi daxuyaniyekê ragihand ku Îran amadeye di çarçoveya dema borî de bi Siûdiyê re li Bexdayê dest bi guftûgoyê bike.

Seîd Xetîbzade da zanîn ku çi dema ew îrade li gel her dû aliyan peyda bû, wê danûstandin jî destpê bikin.

Li gorî Xetîbzade zimanê danûstandin û dîplomasiyê, metirsî li ser Îsraîlê çêdike.

Berdevkê wezaretê got, ji ber hebûna Îsraîlê heta niha herêmê aştiyê nedîtiye.

Hêjayî gotinê ye sala borî li paytexta Iraq Bexdayê Îran û Siudiyê dest bi danûstandinan kiribûn.

Back to top button