YPG’ê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya YPG’ê, nasnameyên 2 şehîdan ku yek ji ber nexweşiyê û yek jî ji ber kirîza dil şehîd bûne, bi daxuyaniyekê eşkere kir. YPG’ê ji malbatên herdu şehîdan re sersaxî xwest û soza şopandina riya wan da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê, bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên ku şehîd bûne eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Apê Mûsa li Qamişloyê dema li ser erka xwe bû, roja 19’ê Çileyê di encama krîza dil de gihîşt şehadetê û wiha got: “Yek ji pîrê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa, çanda welatparêzîyê ku ji Seyîd Rizayan girtî ye, heta îroj anî, bû xelekek vê rêûresmê.

Ew bi hesasîyetek mezin ji bo nirxên gelê Kurdistanê bi çanda xwe ya welatparêzî û şoreşgerî hertim li dijî her cûre dagirkerîyê têkoşîya.

Çawa ku ji rêûresma Dêrsimê de li dijî kiryarên dewleta Tirk hertim serî hatî hildan, Apê Mûsa ji vê rêûresma Dêrsimê qût nebû û li dijî dewleta Tirk a dagirer, qirker û xwînmij bi tevî zarokên xwe serî hilda û bû rêwiyê azadîyê.

Hevrêya me Arîn jî ku ji malbateke welatparêz a ji bo Şoreşa Kurdistanê gelek berdêl daye hatiyê dinê.

Di dema rêxistina terorî ya DAIŞ’ê ku êrîşê Kobanê kiribû ew jî weke her kurdekî bi şeref ji bo berpirsyartîyên xwe yê welatparêzîyê û şoreşgerîyê pêk bîne, cihê xwe di berxwedana Kobanê de girt.

Hevala me Arîn ku xwedî taybetmendîyên bi coş û dînamîk bû, di emrê xwe yê ciwantîyê de nexweşîya penceşêrê re rû bû rû ma.

Di du salên dawî de bi vê nexweşîyê re têkoşîneke bêeman meşand û 31’ê Çileyê de, tevlî karwanên nemiran bû.

Em ji her du malbatan re, sersaxiyê dixwazin û careke din soz didin ku hêvî û xeyalên şehîdan bi cih bînin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên şehîdan wiha ne:

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/02/08/141345_ypg.jpg

Nasnav: Apê Mûsa Dêrsim

Nav û Paşnav: Mustafa Guler

Navê dayik: Turkan

Navê bav: Beko

Cihê ji Dayikbûnê: Dêrsim

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo | 19’ê Çileya 2022

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/02/08/141403_ypj.jpg

Nasnav: Arîn Bahoz

Nav û Paşnav: Nesîme Tetîk

Navê dayik: Fatma

Navê bav: Osman

Cihê ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo | 31’ê Çileya 2022

Back to top button