UMER CELÎK: HEVDÎTINÊN NAVBERA ME Û REJÎMA SÛRÎ DE NORMAL IN

Rojnameya Aydinlik a Tirkî beriya çend rojan ragihand ku civînên paybilind di navbera îstxbaratên rejîma Sûriyê û MITa Tirk de derketine.
Berdevkê AKP’ê Umer Celîk jî bersiv da û got:
Tevî dijminatiya me bi rejîma Sûrî re, lê gelekî asane ku hevdîtinên bi vî rengî di navbera me de derkevin.

Ji dema ku alioziya Sûrî dest pê kiriye di her bone û her daxuyaniyekê de Serokê AKP’ê Erdogan êrîşî rejîma Sûrî dikir.

Erdogan bang dikir ku divê serokê Rejîma Sûrî Beşar Esed dev ji desthilatê berde.

Ev banga Erdogan jî qaşo li ser bingeha ku rejîma Sûrî kujerê gelê xwe ye û Beşar Esed weke serokekî rewa nayê dîtin pêk dihat.

Lê Berdevkê AKP’ê Umer Celîk rastiya nêzîkatiyên Erdogan û Beşar zelal kir ku rejîma Sûrî weke rejîma rewa ji Sûriyê re dît.

Rojnameya Aydinlik a Tirkî beriya çend rojan ragihand ku civînên paybilind di navbera îstxbaratên rejîma Sûriyê û MITa Tirk li dergeha Kilisê pêk hatibû.

Rojnameyê diyar kribû ku ji bilî vê civînê, beriya niha li Îranê jî îstxbaratên Sûrî û Tirkî li hev civiyane.

Berdevkê AKP’ê Umer agahiyên Rojnameyê vala dernexistin û got:

Tevî dijminatiya me bi rejîma Sûrî re, lê gelekî asane ku hevdîtinên bi vî rengî di navbera me de derkevin.

Sibata borî jî Erdogan ragihandibû ku têkiliyên payebilind di navbera wan û rejîma Sûrî de hene.

Lê nîşana herî balkêş ji bo hevahingiya Erdogan û rejîma Sûrî bêdengiya Erdogan li ser bombebarana balafirên Rejîmê ku ev sê hefte ne ku li ser çeteyên Erdogan li Idlib û Hemayê ranewestiya ye.

Leave a Reply

Back to top button