Ciwan û xwendekarên Zanîngehê: Komploger nikarin roja me tarî bikin

Li dijî komploya 15’ê Sibatê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û xwendekarên jin li taxên Hilêliyê û El-Wihdê yên bajarê Qamişlo meşiyan û komplo şermezarkirin.

Rêzeçalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî rêber Ocalan di roja 4`an dewam dikin.

Li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ciwanên şoreşger û xwendekaran bi tevlîbûna şêniyan meşek li dar xist.

Di meşê de diruşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin birzkirin.

Li aliyekî din xwendekarên jin ên Zanîngeha Rojava, ji xewgehên xwe yên bi navê Hemedanî û Suryan derketin û heta çerxerêya El-Wihdê ya li Qamişloyê meşiyan.

Xwendekaran bi berzkirina sloganên “Bijî Serok Apo” gihiştin çerxerêyê û mûm vêxistin.

Piştre xwendekara bi navê Emîna Mihemed axivî û got:

” Hêzên navneteweyî bi pêkanîna komployan nikarin roja me tarî bikin.

Emîna Mihemed diyar kir ku rêber Ocalan li hember tecrîdeke giran li Îmralî li ber xwe dide û got:

Heta şikandina vê tecrîdê emê têbikoşin.”

Back to top button