Serokomarê Îsraîl wê serdana Tirkiyê bike

Di navbera Enqere û Tel Evîvê de, danûstandinên veşartî pêk tên. Alî dixwazin careke din, têkliyên xwe normal bikin. Di vê çarçoveyê de, Serokomarê Îsraîlê Îsaac Herzog plan dike ku serdana Tirkiyê bike.

Buroya Serokomarê Îsraîlê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Buroyê got; “Şandeyek ji rayedarên payebilind ên li Tirkiyê, ji bo amadekariyên serdana Serokomar Îsaac Herzog a li Tirkiyê , vê hefteyê tê Îsraîlê.”

Hate diyarkirin ku armanca sereke ya serdanê diyarkirina plana serdana Herzog a bo Tikiyê ye.

Bi vê yekê tê plankirin ku têkiliyên herdu welatan vegerin rewşa normal.

Di daxuyaniyê de li ser dema serdana Herzog a li Tirkiyeyê wextek diyarker ne hatiye destnîşankirin.

Lê egeriyek xwe ya zêde heye ku ev serdan di meha Adarê de pêk were.

Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan 4’ê Sibatê dema ji Kîevê vegeriya bi daxuyaniyekê ragihand ku hempîşeyê wî yê Îsraîlê plan dike ku nava meha Adarê serdana Tirkiyê bike.

Divê navberê de, Berdevkê Serokomariya Tirkiye Îbrahîm Kalin wê sibê biçe Qudsê û bi Serokê Filistînê Mahmûd Abbas ra bicive.

Back to top button