BÊRÎVAN XALID: VEGERANDINA KOÇBERAN WÊ ROJA ŞEMIYÊ DEST PÊ BIKE

Hevseroka rêveberiya xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bêrîvan Xalid diyar kir ku malbatên Bakur û Rojhilatê Sûrî ku di kampa holê de dimînin wê bi kefaleta Rûspiyan werin derxistin û got:
Mekanîzmeya derxistina Malbatan wê li ser 2 qonaxan pêk bê . Qonaxa destpêkê beriya cejna remezanê ye û qonaxa duyemîn piştî cejna remezanê wê malbat li malên xwe bin.

Hevseroka Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bêrîvan Xalid têkirldaî biryara vegera malbatên Bakur û Rojhilatê Sûrî ku di Kampa Holê de ne, ji malên xwe re axivî.

Bêrîvan Xalid diyar kir ku piştî komxebata êlên Sûriyê biryara hat derxistin ku malbatan ji kampa Holê werin derxistin..

Ango ev yek li ser daxwaza şêx û rûspiyên herêmê pêk hat.

Bêrîvan Xalid dazanîn ku wê qonaxa yekemîn ya derketina ji Kampa Holê ji jin û Zarokan be.

Bêrîvan anî ziman ku piştî lêpirsîn were kirin ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tuneye wê qonaxwa duyemîn jî pêk were.

Leave a Reply

Back to top button