Konferansa 5. ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê îro li Rimêlanê hate lidarixstin. 337 delegeyên ji endamên meclis û saziyên sivîl û leşkerî beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de rapora xebatên 2 salan a Meclisa Malbatên Şehîdan hate xwendin û nirxandin.
Konferansa 5. ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê îro bi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşger em ê dewleta Tirk a dagirker û faşîst têk bibin” li bajarê Rimêlanê pêk hat.
Konferans bi tevlêbûna 337 delegeyên ji malbatên şehîdan, endamên meclis û saziyên sivîl û leşkerî hate lidarxistin.
Konferans bi axaftinên mêvanan dest pê kir.
Aldar Xelîl: Di qeyrana Rojhilata Navîn de em pêşengtiya şoreşa demokratîk dikin
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di konferansê de axivî û bal kişand li ser armancên komplogeran a ji Komploya 15’ê Sibatê û got,
Komplogeran bi dîlgirtina Rêber Ocalan xwestin gel û fikrên demokratîk tune bikin.
Xelîl diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengtiya şoreşa demokratîk dike û wiha dewam kir:
Xelîl îşaret bi fedakarî û rola şehîdan di pêşxistina şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û diyar kir ji bo parastina destkeftiyên şoreşê pêwîstî bi xurtkirina rola sazî, meclis û komînan heye.
Piştre sînevîzyonek têkildarî perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî malbatên şehîdan hate pêşandan.
Di konferansê de rapora xebatên 2 salan hate xwendin û nirxandin
Piştê wê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yunis axivî û bal kişand li ser ked û fedakeriya gel û wiha got:
Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî jî axivî û got, “yekitiya pêkhateyan ku bi saya fedakariya şehîdan hate avakirin, hemû planên li dijî biratiya gelan û jiyana hevbeş a rêber Ocalan banga wê kiriye, têk birin.
Ji Fermandariya QSD`ê Heyfa Mihemed jî lidarxistina konferansê li malbatên şehîdan pîroz kir û li dijî planên dagirkeriya Tirk soza berxwedanê da.
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso jî axivî û got ku tevgera azadiyê bi şehîdan dest pê kir û bi hezaran şehîdan ji azadiyê canê xwe feda kirin.
Di konferansê de rapora kar û xebatên meclisê ên 2 salan hate xwendin û nirxandin.