Basim Osman: Di encama dorpêçê de çandinî li Şehbayê paşve çûye

Kantona Şehbayê bi erda xwe ya berhemdar navdar e. Axa wê ji bo çandina sebzeyan jî guncaw e.Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê Basim Osman piştrast kir ku ji ber kirinên keyfî yên hikumeta Şamê yên li dijî herêmê, îsal mewsima çandiniyê li Şehbayê dê zêdetir zirarê bibîne.

Basim Osman derbarê mijar ji ajansa Hewarê re axivî.

Basim Osman destnîşan kir ku îsal li herêmê gelek zehmetî çêbûne û got :

“Ji ber siyasetên hikumeta Şamê, nebûna semadê, rûberên çandiniyê kêm bûn û em negihaştin pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê.

Şênî nikarin zeviyên li eniyên şer biçînin û her wiha mayinên ku çeteyan li herêmê bi cih kirine, li ser jiyana şêniyan xetere ne.”

Osman da zanîn ku guhertina avhewayê, nebarîna baranê di zivistanê de û faktorên din ên avhewayê bi awayekî neyînî bandor li çandiniyê kir.

Osman da zanîn ku ji ber daketina pileyên germahiyê heta binî sifirê, sebzeyên zivistanê telef bûne.

Back to top button