TJA Û Meclisa Jin HDP: Semra Guzel vîna me ye, dengê jin û ciwanan e

TJA’yê û Meclîsa Jinan HDP’ê, derbarê Parlementer Serma Guzel de li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin; Êrişa li dijî Semra Guzel li dijî vîna gelan û jinan e, wê nikaribe me ji têkoşîna me dûr bixe.

Tevgera Jinên Azad-TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê, derbarê betalkirina parlamenteriya Semra Guzel de, li navçeya Cizîrê Şirnexê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Bloga faşîst a AKP-MHP’ê, bi daraza mêr û çapemeniya alîgir êrîşek topyekûn li hemberî vîna kurd pêktê û wiha hate gotin:

“Ev biryar derbarê wekîla me Semrayê de ne biryareke yekcarî ye.

Bingeha vê biryarê xitimandina ku ji aliyê hikûmetê ve li ser pirsgirêka kurd hatiye ferzkirin e.

Polîtîkayên bêdengkirin û tepisandina hemû beşên demokrasî, wekhevî û azadiyê heye.

Jinan destnîşan kir ku HDP, li vê welatî temînata demokrasiyê ye.

HDP, pêşenga siyaseta demokratîk e, gel û bi taybetî jî jin wê bersiva herî mezin bidin îktîdarê.

Yên ku piştgiriyê didin van polîtîkayên hikûmetê bila zanibin ku êrîşên îro yên li dijî Semrayê wê sibê li dijî wan be.

Di daxuyaniyê de hate gotin Semra Guzel vîna me ye, dengê jin û ciwanan e. Ev êrîşa li dijî vîna gelan e. Wê kes nekare jinan ji têkoşînê dur bixine.

Back to top button