Li Başûrê Kurdistan komxebata navnetewî ya lii ser zimanê Kurdî li Koyê destpêkir

Komxebata navnetewî ya li ser rewşa niha ya zimanê Kurdî û astengiyên wê li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê destpê kir.

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koye bi hevkariya Komisyona Ziman a KNK’ê, komxebatek hate organîze kirin.

Hejmarek ber çav ya kesayet, mamostayên zanîngehê, xwendevan, pisporên ziman, nûnerên aliyên siyasî tevlî komxebatê bûne.

Komxebata ku 3 panelan pêk tê di van kêliyan de destpêkiriye.

Di komxebatê de serokê zanîngeha Koye Dr. Welî Mehmud behsa pirsgirêkên zimanê Kurdî kir û got;

“Mixabin me nekariye weke tê xwestin girîngî bidin zimanê Kurdî. Niha li Başûrê Kurdistanê zimanê biyanî ketiye pêşiya zimanê Kurdî. Li dibistanan jî hîn zêdetir girîngî bi zimanê biyanî tê dayîn.”

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeynep Murad jî axivî û got; “Girîngî dayîna zimanê Kurdî, erkek netewî û exlaqiye, divê hemû Kurd di her warê jiyanê de girîngî bi zimanê Kurdî bidin.”

Komxebat di van kêliyan de dewam dike.

Back to top button