Desteya perwerde roja zimanê dayikê li hemû pêkhateyan pîroz kir

Sazî, rêxistin û partiyên Kurdistanî bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî peyam weşandin. Di peyaman de hate diyar kirin ziman hebûn û nasnameya gelan e, divê lê xwedî bê derketin û parastin. Herwiha bang li Kurdan hate kirin ku di her qadê jiyanê de bi Kurdî biaxivin û ji bo pêşxistina wê jî bixebitin û têkoşînê bikin.

Îro roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ye.

Bi boneya rojê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, KCK, KNK, HDP,TEV-ÇAND û Saziya Perwerdeyê ya Êzidxanê daxuyanî dan.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev roj li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got;

“Ji bo parastin û bihêzkirina civakeke pirzimanî û pirçandî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji ber ku ziman hîmê bingehîn ê hebûna civakan e, Desteya Perwerdeyê pergala perwerdeya pirzimanî didomîne.”

Desteyê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin pergala perwerdeya pirzimanî li Rojhilata Navîn.

KCK: Ziman hêmana bingehîn a avakirina civakê ye

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê jî bi peyamekî Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd û gelê têkoşer pîroz kir û diyar kir mafê perwerdeya zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye.,

KCK’ê got,

“Divê em ji bîr nekin ku zimanek ne ji bo ku yên pê diaxivin kêm in; ji bo ku yên pê dizanin neaxivin, xwedî lê dernakevin û ji bo wê tênakoşin tune dibe, dimire”

KCK’ê bang li gelê Kurd kir li her cihî, têkoşîna ji bo mîsogeriya perwerdeya bi zimanê dayikê bi hêz û domdar bimeşîne.

KNK: Ziman hebûna nasnameya gelan e

Bi boneya heman rojê Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê jî daxuyaniyek da û wiha got:

“Ziman hebûna nasnameya gelan e, ew gelê zimanê wî tine, hebûna wî jî tine ye!

Netewe bi çanda xwe, çand jî bi zimanê xwemalî xwe dinasîn e”

KNK’ê di serî de bang li saziyên ziman, çand û perwerdeyê yên kurdistanê kir, li hember zext û zora li ser zimanê xwe, dengê xwe bilindtir bikin.

HDP: Li Tirkiyê heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê têbikoşin

Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî bi wesileya rojê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser dijminahiya dewleta Tirk ya li dijî Zimanê Kurdî û zimanê gelên din.

HDP’ê got: “Di dirêjahiya dîroka Tirkiyê û di 100 salên dawî de, nêzîkatiya dewletê ya li hember zimanê Kurdî li ser esasên bişaftin û înkarê teşe girtiye.”

HDP’ê diyar kir ji bo ku li Tirkiyê Kurdî jî di nav de hemû zimanên din bibin zimanê perwerdehiyê, ew ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.

TEV-ÇAND: Tovê ziman wê li xaka Mezepotamyayê her tim şîn bibe

Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) jî bi bonêya rojê di daxuyaniya xwe de ev tiş anî ziman:

“Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re firsendeke girîng û mezin afirî ku her kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.

Paradîgmaya neteweya demokratîk veguherî mertalekê ku ziman, çand û nasnameya hemû gelan diparêze.”

Saziya perwerdeyê ya Êzidxanê ji bo parastin û pêşxistina ziman kampanyayek ragihand

Bi wesîleya roja Zimanê Dayikê Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê jî daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo parastin û pêşxistina perwerdeya bi zimanê dayikê, ew kampanyayeke piştgirî û hevkariyê didin destpêkirin.

Saziya Perwerdeyê a Êzidxanê bang li tevahî sazî, dezgeh û civaka Êzidî kir ku bi awayek xurt beşdarî kampanyayê bibin.

Qada perwerdê a Mexmûrê: Qedexeya li ser zimanê Kurdî hê jî didome

Qada Pewerdê ya Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê jî bi daxuyaniyekê ev roj pîroz kir.

Hat diyar kirin hîn jî qedexeya li ser zimanê Kurdî berdewam dike û bang li Netewên Yekbûyî hat kirin ku li zimanê Kurdî biparêzin.

Back to top button