Şandeya HDP’ê serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê kir

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li Silêmaniyê serdana Tevgera Azadî kir.

Şandeya HDP ya ji Parlamenter Îmam Taşier û Huseyîn Kaçmaz pêk tê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe yên ji bo vexwendina partî û rêxistinên Başûr a ji bo Newroza Amedê didomîne.

Şandeya HDP’ê li Silêmaniyê serdana navenda Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê kir.

Şande ji aliyê Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de şandeya HDP’ê, Tevgera Azadî vexwend Newroza li Amedê.

Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî Tara Hisên ji ber vexwendinê spasiya wan kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Ev çend roj in şandeya HDP’ê li Başûrê Kurdistanê hevdîtin û serdanan dike, duh jî serdana Hizba Komunîsta Kurdistanê kir û vexwend Newroza Amedê.

Back to top button