
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê bi diruşma “Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” bi çalakiyên cûr be cûr tên li dar xistin.
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin.
Li navçeya Dirbêsiyê, endamên Kongra Star bi cil û bergên xwe yên folkorî serdana saziyê sivîl, Hêzên Asayîşê, HPC, Trafîkê kir û gul diyarî wan kirin.
Li navçeya Zirganê jî bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şahiyek hate lidarxistin.
Di şahiyê de banga xurtkirina têkoşînê li jinan hat kirin.
Li bajarê Qamişlo, Meclisa Olî ya Jinan a girêdayî Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şoreşa Rojava hişt ku jin di hemû qadan de serkeftinan bi dest bixîne.
Bi armanca danasîna dîroka 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Meclisa Jinan a Sûriyê semînerek li Pirtûkxaneya Mihemed Menla Xirzêl a Minbicê da.
Bi heman armancê, Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Efrîn û Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl, yekitî û nûnerên partiyên siyasî panelek li dar xist.
Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê jî çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê bi diruşmeya “Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” berdewam kirin..
Di vê çarçoveyê de, Kongra Star a taxa Şêxmeqûsd diyarî li endamên Komîngehan û kedkarên di kargehan de dixebitin belav kirin.
Her wiha Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşma “Bi tolhildana pêşengên me şehîd Viyan, Nûjiyan û Rojîn, em ê 8’ê Adarê bikin roja azadiya jinan”, şahiyek li hola Efrîn a li herêma Şiqêf a Helebê li dar xist.
Bi diruşma “Bi rihê Viyan û Nûjiyan em ê têkoşîna 8’ê Adarê xurt bikin”, Yekitiya Jinên Ciwan bi hevkariya Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê pêşbaziyeke biskilêtan organîza kir..
Girêdayê heman mijarê, Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê bi navê “Pirsgirêka azadiyê ji bo jin û mêran” panelek li Reqayê li dar xist.
Di panêlê de endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD’ê Foza Yûsif behsa doza azadiyê di navbera jin û mêran de kir û got: “Pirsgirêka azadiyê ne tenê pirsgirêka jinê ye, di heman demê de pirsgirêka mêran e jî.”