Selcan Efrîn: YPJ, wê 8’ê Adarê bike wesîleya parastina hemû jinan

Fermandara YPJ`ê Selcan Efrîn bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî îşaret bi rêxistinbûna YPJ`e kir.Selcan Efrîn got: Baweriya me ew e ku 8`ê Adarê bibe wesîleya hevgirtina jinan.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ajansa nûçeyan a Nûjinha hevpeyvînek bi fermandara YPJ`ê Selcan Efrîn re çêkir.

Fermandara YPJ`ê Selcan Efrîn diyar kir ku YPJ`ê wê 8`ê Adarê bike wesîleya parastina tevahî jinan.

Fermandar Selcan Efrîn bi bîr xist ku YPJ`ê misyoneke girîng di parastina rewa de lîst û bi vîna xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir.

Selcan Efrîn îşaret bi girîngiya artêşbûna jinan kir û wiha got:

Fermandara YPJ’ê diyar kir ku bi jinan re hezkirina ax û welat, girêdana bi azadiyê re û hêza xwenaskirinê çêbû û wiha got: Fermandara YPJ`ê Selcan Efrîn dawiyê anî ziman ku ew bawer in wê jin her roj biherikin qadan û mafên xwe daxwaz bikin û ev peyam da:

Ger jin xwe di tevahî qadên jiyanê de birêxistin bikin, dikarin dawî li pergala dagirkerî û faşîzmê bînin.

Em bawer in dê 8`ê Adarê bibe wesîleya hevgirtina têkoşîna jinan.

Back to top button