Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di xwarina fitarê ya partiya wî ji bo dayikên Laçik Sîp dayî de axivî û got: “Ji bo hevdîtina Îmraliyê gavek girîng hat dayîn, lê bes nîne.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, ji dayikên Laçik Spî re xwarina fitarê da.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî, beşdarî fitarê bû û xîtabî beşdarvanên fitarê kir û got:
“Gevek girîng hat avêtin, lê ne bes e.
Pêdiviya me bi mezinkirina têkoşîna demokratîk heye.
Şikandina tecrîdê ji bo aştiyê gavek girîng e.
Dengê aştî û demokrasiyê, dengên Birêz Ocalan dîsan gehişt gelan.
Birêz Ocalan ji bo muzakereyên demokratîk û siyaseta demokratîk peyamên girîng dan.”
Temellî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina Stenbolê ya 23’yê Hezîranê û ev peyam da:
“Di destpêkê ya herî girîng çûyîna ser sindoqan e.
HDP wê tim bibe dengê bindest û mezlûman.”