Le Pen: Nabe Fransa bikeve bin fermandariya NATO yan Ewropa

Ji bo Fransa guhertinên mezin xuya dike.
Yan Fransa bi polîtîkayên xwe yên heyî wê dewam bike, yan jî wê ji NATO û DYA dur bikeve û nêzî Rûsya bibe.
Namzetên serokomariya Fransa Le Pen û Macron hev bi têkdana rewşa li welat tewambar dikin.
Le Pen bi awayekî eşkere got; ew ê hêzên Fransa ji NATO derxîne û têkliyeke hîn nêzîktir bi Rûsya re ava bike.
Di hedefa dijberiya Le Pen de, Amerîka jî heye.

Welatiyên Fransa ji bo hilbijartina Serokomarê xwe wê 24 Nîsanê cara duyemîn biçin ser sindoqan.

Emmanuel Macron û Marina Le Pen yên di pêşbaziyê de ne, gotinên xwe tujtir dikin.

Le Pen îşaret bi wê yekê kir ku ew ê tifaqa yekbûyî ya ku Serokê DYA Joe Biden li dijî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji ber êrişa li dijî Ûkrayna ava kiribû, bi dawî bike an jî bişkîne.

Marina Le Pen a piralîbûnê red dike, bertek nîşanî Almanyayê dide, Yekîtiya Ewrûpayê rexne dike, pirsgirêkên avhewayê di girîngiyek kêm de digire, nêrîna ku ew wekî “globalîst” pênase dike rexne dike û li hember şerê Rûsya yê li Ûkraynayê bêdeng dimîne.

Ev zimanê siyasetê, serokê berê yê DYA Donald Trump tîne bîra mirov.

Le Pen, da zanîn ku piştî bidawîbûna şerê li Ûkraynayê divê nêzîkbûneke stratejîk di navbera NATO û Rûsyayê de çêbibe û bi helwesta xwe ya li dijî çekdarkirina NATO ya Ûkrayna li dijî Rûsyayê tê naskirin.

Li gorî pisporên ku hêza nukleerî û endama daîmî ya Konseya Ewlekariyê ya NY ye, veguherîna Fransa ber bi rastgirên tund ve dikare bibe sedema encamên nediyar û wêranker.

Namzeta rastgirên tund Le Pen, rêz li xala 5. a NATO’yê girt û diyar kir ku artêşa Fransayê ne di bin fermandariyeke yekbûyî ya NATO’yê û ne jî artêşeke Ewropayê de nikare bê bicihkirin.

Li gorî xala 5. êrişa li ser endamekî NATO tê wateya êrişa li ser tevahiyê.

Le Pen got, “li dijî teslîmbûna ji parêzbendiya Amerîkayê ya ku li ser axa Ewropayê di bin navê NATOyê da tê kirin” helwesteke wî heye û ev helwest ne nîşaneya “teslîmbûna ji Moskowê” re ye.

Marina Le Pen, anî ziman ku rêveberiya Biden li hemberî Çînê polîtîkayeke pir êrîşkar dimeşîne û got,

“Amerîka ji bo ku hevalbendên xwe di bin desthilatdariya xwe de bike yek pêwîstiya xwe bi dijminan heye.”

Le Pen daxuyakirin ku Fransaya ew xeyal dike wê “bi bandortir gefan li dijminên Rojava bixwin” û destnîşan kir ku ew êdî nikare bi DYA’yê re li hev bike.

Back to top button