HIKUMÊ BÊGUNEHIYÊ DIDE DAIŞ’IYEKÎ XWE

Dewleta Tirk a dagirker ku bi hezaran kes di girtîgehên wê de riziyane, hukmê bêgunehiyê dide DAIŞiyekî xwe.

Malpera Nordic Monitor ragihand ku dadgeheke Tirkî ciwanê bi navê Koşkun Demir ku bi sûcê endamtiya DAIŞ’ê hatibû girtin, tewanbar kir.

Li gorî belgeyên fermî, Demir beşekî şaneyeke tundrew e û alîkariya gelek Tirkan da tevlî DAIŞ û Qaîdayê bibin, dikir.

Demir ê bi navê Ebû Henzele jî tê naskirin, têkiliyên wî bi gelek çeteyên DAIŞ’ê yên li Tirkiyê re hene.

Dadgeha Bilind a Erderûmê bi bihaneya “Azadiya Axaftinê” ku ew dikare ramanên xwe bîne zimên, çeteyê xwe yê DAIŞ’î berdidin.

Lê belê ev hukm qet bi lîsteya girtiyên Tirkiyê re, ku zêdetirî 200 rojnamegerî di girtîgehên wê de ne, nagunce.

Her wekî bi hezaran akademisyen, mamoste, parêzer, bijîşk û hwd ji bo azadiya axaftinê di girtîgehan de ne.

Leave a Reply

Back to top button