HPG: Li Botan, Avaşîn û Zapê 16 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li dijî tevgera dagirkeriya Tirk çalakiyên xwe li her deverê belav dikin. Li Botan, Avaşîn û Zap, di encama lêdana hêzên gerîlla de herî kêm 16 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li dijî tevgera dagirkeriya Tirk çalakiyên bi bandor lidar dixin.

Bi taybet demên dawî li herêma Botanê darbên giran li artêşa Tirk têne xistin.

Li gorî navendê, hêzên wan bi rêbaza şerê tîmên biçûk li artêşa Tirk dixin û têkildarî encama çalakiyan ev agahî parve kirin:

29’ê Nîsanê li herêma Cûdî, gerîllayên jin li dijî leşkerên ku li Girê Hendekê bicih bibûn, ji 2 milan ve çalakî pêk anîn.

Di çalakiyan de herî kêm 3 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Heman rojê, leşkerên li Qada Teyrê Baz bûn, ketin bi kontrolê.

Gerîlla bi keleş û bombeyan êrişî çeperên dagirkeran kirin.

Artêşa dagirker danê êvarê bi helîkopteran kuştiyên xwe ji herêmê rakirin.

Roja 30’ê Nîsanê dîsa li qada Teyrê Baz, hêzên artêşa Tirk ji 2 milan ve bûn armanca çalakiyên gerîlla.

Di encama çalakiyên sekvaniyê de 2 leşker hatin kuştin.

Bi giştî ji ber bersivdayîna tund a gerîllayên Botanê, artêşa Tirk neçar ma ku operasyona xwe bidawî bike.

Li herêma Avaşînê, 1’ê Gulanê gerîlla li qada Werxelê ji 2 baskan ve bi çalakiyên sekvaniyê li hêzên artêşa Tirk dan.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Her wiha bi çalakiyên din jî 3 çeperên hêzên dagirker hatin rûxandin.

Ber êvarê jî ji ber bersivdayîna hêzên gerîlla, artêşa Tirk nekarî çeperên xwe li qada Werxelê çêbike û neçar ma gavekê paşde biçe.

30’ê Nîsanê helîkopterên artêşa dagirker di ser herêmên di bin kontrola PDK’ê de xwestin derbasî qada Kurêjahro bibin.

Di encama lêdana bi bandor ên hêzên me de 1 helîkoptera Skorsky derb xwar û neçar ma ji qadê derkeve.

Heman rojê artêşa Tirk çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî û 2’yê Gulanê jî çeperên şer ên Girê Berxwedan bi çekên kîmyewî bombebaran kirin.

Li vir gaza kîmyewî ku bi rengê spî û bi tama tal e, hatiye bikaranîn.

1’ê Gulanê hêzên artêş Tirk hewl dan li derdora çeperên Girê Şehîd Harûn bicih bibin.

Gerîllayên YJA Starê ji du aliyan derb li dagirkeran dan û di encamê de leşkere hat kuştin, 1 jî birîndar bû.

Dîsa 1’ê Gulanê li herêma Kurêjahro, gerîlla bi çalakiyên sekvaniyê pêk anîn.

Di encamê de li derdora çeperên şer ên Kevirêkun 4 dagirker hatin kuştin.

Li qada Girê Ortê û aliyê qada Werxelê ya dikeve milê Zapê, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Back to top button