Rêxistinên alîkariyê Hişyarî dan: Krîza birçîbûnê ya ji ber şer derketî li ber derî ye

Li cîhanê şerê heyî bi qasî karasatên xwezayî bandor li rewşa şiyanê dike. Rêxistina alîkariyê ya Alman Welthungerhilfe hişyariya wê yekê da ku dibe li seranserê cîhanê krîzên birçîbûnê yên nû rû bidin. Ev krîz jî wê ji ya sala 2008’an girantir be. Sedema vê yekê jî şer, hişkesalî û bandora pandemiya Covid-19 tê destnîşankirin.

Welthungerhilfe, saziya alîkariyê ya Alman ku di têkoşîna li dijî birçîbûnê de dixebite, ji ber zêdebûna bi lez a bihayên xurekan, hişyarî da ku li seranserê cîhanê krîza birçîbûnê li ber derî ye.

Rêxistinê diyar kir ku li herêma Kevana Afrîkayê tenê nêzî 15 milyon kes ji ber ziwabûna dijwar di bin xeteriya birçîbûnê de ne û destnîşan kir ku zêdebûna bihayan rewşa lezgîn zêdetir kiriye.

Welthungerhilfe bal kişand ku jimara kesên ku ji ber bandorên guherîna avhewayê, şer û pandemiya Covid-19 û bi şerê li Ukrayna re bi lez zêde bû.

Tê çaverêkirin ku rewş li seranserê cîhanê hîn xirabtir bibe.

Sedema vê yekê jî rawestandina hinartina genim û zibil ji Ukrayna û Rûsyayê re ye.

Mogge: Xwarin û kalîteya wê kêm dibe

Sekreterê Giştî yê Welthungerhilfe Mathias Mogge got:

“Em li ku dinêrin, çi Efxanistan, Afrîkaya Rojhilat, Sûdan an Malî be, mirov ji ber ziwabûnê, şerê çekdarî, astengiyên di zincîra keştiyê de an jî ketina kulîlkan li ber têkçûnê ne. Rezervên heyî jî hema diqedin yan li ber qedînê ne. Di destê wan de ti amûrên ku xwe li ber şokên nû bigrin jî nîne.”

Mathias Mogge bal kişande ser metirsiya birçîbûn û aloziyên civakî li van welatan, wek nimûne, xelkê Malî ji sedî 75’ê dahata xwe li ser xwarinê xerc dikin û hêdî hêdî jimara xwarin û kalîteya xwarinê kêm dibe.

Mogge bang li welatên dewlemend ên wekî Almanya kir ku tavilê piştgirîya ji bo têkoşîna li dijî birçîbûnê zêde bikin.

Tê çaverêkirin ku “Rapora Krîzên Xwarinê ya Cîhanî” ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya ku roja Çarşemê bê ragihandin.

Tê texmînkirin ku pêşbîniyên ku rewş ji kirîza birçîbûna dawî ya sala 2008’an jî xerabtir e, derbikevin.

Back to top button