HPG: LI MÊRDÎNÊ 2 LEŞKERÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li herêmên Mêrdînê de 2 leşkerên dagirkeriya Tirk hatine kuştin.

Navenda ragihandina HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kirin:

28’ê Gulanê yekîneyên gerîla di navbera navçeya Mehsert û Mêrdînê û hêzên dijmin rastî hev hatin û şer rû da.

Di şer de 2 leşker hatin kuştin.

Piştî şer Artêşa dagirker, li herêmê dest bi operasyona dagirkeriyê kir.

5’ê Hezîranê bêyî ku ti encamê bigrin, dagirker paşde vekşiyan.

Li aliyê din jî çavkaniyên herêmî ragihandin ku, îro gerîlayan li Girê Şehîd Derwêş ê Xakurkê artêşa Tirk dan.

Lê encamên wê nehat zanîn.

HPG’ê hîna ti daxuyanî derbarê çalakiyê de ti daxuyanî nedaye.

Leave a Reply

Back to top button