Bi dronan 2 caran Kobanê bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafirên bêmirov yên bi çek, navenda Kobanê û başûrê Bajêr bombebaran kir

Bombebarana dewleta dagirker beriya saetekî pêk hat.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, dewleta dagirker di navbera nîv saetê de 2 bombebaran pêk aniye.

Êrişa yekemîn li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê pêk hatiye, êrişa din jî li navenda bajarê Kobanê pêk hatine.

Di encam êrişa di navenda bajêr de zirarên madî gihîşt mal û dikanên şêniyan.

Dewleta dagirker bi awayeke ketûber cih û warên ku sivîl tê de jiyan dike dike armanc û derbarê êrişa artêşa dagirker de heta niha ji aliyên saziyên eleqedar ve ti daxuyaniyeke nehatiye dayîn.

Li asîmanê herêmê tevgera balafirên dewleta Tirk dewam dike.

Back to top button