Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Rojavayê kurdistanê, li Hewlêrê bi Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ê re civiya.
Civîn li çapemeniyê girtî saetekê dewam kir.
Piştî civînê têkildarî naveroka civînê ti agahî nehatin dayîn.
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 5 roj in li Başûrê Kurdistanê ye.
Şande bi aliyên siyasî re hevdîtinan dike û biryare çend rojên din jî li wir bimîne.
Armanca serdanan pêkanîna yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasî ya li ser rewşa heyî
Û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.