DI KOMCIVÎNÊ DE SOZA PIŞTGIRIYA RÊVEBERIYA XWESER HAT DAYÎN

Di bin çavdêriya Wezareta Karên Derve ya Nerwecê û Navenda Diyaloga Mirovî de 17`mîn komcivîna Osloyê rojên 17 û 18`ê Hezîranê li peytext Osloya Norwecê hate lidarxistin.
Şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî 17`mîn komcivîna Oslo`yê bû. Beşdaran rola QSD û MSD’ê vegotin û ji bo parastina heremê soza piştgiriya dane Rêveberiya Xweser.

https://www.hawarnews.com/kr/haber/di-komcivna-osloy-de-doza-pistgiriya-rveberiya-xweser-hate-kirin-h18305.html

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî endama Kongreya Star Foza Yûsiv û endamê Meclisa Sûriya Demokratîk Mihemed Hesen Elî beşdarî civînê bûn.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema komcivînê de bi şêwirmendê Ewrupî û navdewletî, hiqûqnasên navdewletî re civiyan.

Nûnerên navdewletî diyar kirin ku ew ê di demên pêş de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û mijara darizandina çeteyên DAIŞ`ê binirxînin.

Hate gotin helwesta nûnerên dewletên kendavê, bi taybet Wezîrê Karên Derve yê Imaratê`ê Enwer bin Mihemed erênî bû û girîngî da piştgiriya Rêveberiya Xweser.

Leave a Reply

Back to top button