Li dijî êrişan Konê Fezat eşair li navçeya Sirînê hate vedan

Çalakî û berxwedana gelê herêmê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker didomin. Îro jî li Kobanê, Qamişlo û Minbicê li dijî êrişan çalakî hebûn û peyam hatin dayîn.

Berxwedan û têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li dijî êrişên dagirkeriyê bi çalakiyan dewam dike.

Piştî Reqa û Mibicê konê Fezat Eşair ya bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û piştgirîya bo QSD’ê li navçeya Sirînê ya Kobanê hate vedan.

Bi sedan şêx eşîr beşdarî konê çalakiyê bûn.

Li bin kon endamê têkiliyên giştî yê QSD’ê li herêma Firatê Ezîz Ehmed axivî û got: “Ji me re serbilindiyeke ku eşîrên me li kêleka hêzên xwe bisekinin ev yek me xurtir dike.”

Yekîtiya Parêzeran: Hêzên Navnetewî çavên xwe li êrişan girtine

Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji dema dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî civata naventeweyî çavên xwe li hember hemû sûcên dewleta Tirk girtiye.

Parêzeran di daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê dewletên li herêmê helwestên xwe li hember sûcên dagirkeriya Tirk nîşan bidin.

Di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî, NY û hêzên li Sûriyê hate kirin ku dagirkeriya Tirk bi dawî bikin.

Meclisa Jin a Sûriya Pêşerojê civînek ji jinan re li Minbcê li darxist

Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê jî li Minbicê bi armanca şîrovekirina rewşa dawî ya herêmê û êrişên ku tên kirin civînek ji jinan re li darxist.

Bi dehan jinên siyasetmedar, çalakger û endamên rêveber beşdarî civîn bûn.

Back to top button