ENCAMÊN CIVÎNA KOMÎTEYA DÎPLOMASÎ YA 18 HAT EŞKERE KIRIN

22 Hezîranê komîteya dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî 18. civîna xwe lidar xist.
Civîn bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin.
Di civînê de bang li hêzên kurdistanî hate kirin ku li dijî dagirkeriyê derbikevin.
Her wiha li dijî dagirkeriyê jî wê kesayet û nûnerên partî û saziyên kurdistanî jî bicivin.

 

22 Hezîranê bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasiya hevbeş, civîna xwe ya hejdemîn li navenda KNK’ê, li Brukselê pêk anî.

Encamnameya civînê jî bi daxuyaniyekê eşkere bû.

Di encamnameyê de wiha tê gotin:

Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşiya dagirkeran dike û li hemî cîhanê li dijî gelê Kurd di nava kar û xebatê de ye.

Ev demeke êrîşê başûrê Kurdistanê dike û roj bi roj dagirkeriya xwe ya li Başûr zêdetir dike.

Ev dagirkerî ne tenê li Xakûrkê ye, heman demê de li Başîka, li Şingal, li Kerkûkê û li gelek deverên dine jî.

Civîn, bang li hemu hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember vê dagirkeriyê derkevin û helweteke neteweyî bigrin.

Her wiha civîn, berxwedana Gerilla yên hember êrîşên artêşa Tirk silav dike, çalakiyên mertalên zîndî yên ciwanên Başûr û Pêşmergeyên Dêrîn, kampanyayên ronakbîran û hemî çalakiyên dijê dagirkeriyê destek dike û pîroz dike.

Pêwîste ev çalakî zêdetir bibin û bêne xurtkirin.

LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
KESAYET Û NÛNERÊN PARTÎ Û SAZIYÊN KURDISTANÎ BÊN KOMKIRIN

Ji bo li hember dagirkeriya dewleta Tirk helwesteke neteweyî derkeve holê, civînê biryar da ku bi beşdarbûna kesayet û nûnerên partî û saziyên Kurdistanî, di nava mehekî de li Brukselê, şêwreke neteweyî pêkbîne.

Herweha biryar hate standin ji bo ev rewş bikeve rojeva navneteweyî, bi navê Komîta Dîplomasiya Hevbeş rêze hevdîtinên dîplomatîk bêne çêkirin, ji saziyên navneteweyî û dewletên peywendîdar re name bêne şandin.

NÛNERÊN PARTÎ Û RÊXISTINÊN SIYASÎ YÊN KURDISTANÎ
BANGA YEKÎTIYÊ LI HÊZÊN KURDISTANÎ KIR

Di civînê de polîtîkaya Hukumeta Herêmê ya derbarê dagirkeriya dewleta Tirk hate rexnekirin û hate gotin, ev polîtîka di berjewendiyên gelê me de nîne û em ji hukumeta Herêmê dixwazin ku bi hemî awayî li dijî dagirkeriyê derkeve.

Gef û êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya sereke ye û ji bo ji navbirina van êrîşan, karên pêwîst wê bêne kirin.

Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakurê Sûriyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin.

Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya Dijê DAIŞê û Neteweyên Yekbûyî û hemî hêzên peywendîdar dikin ku ji bo darizandina girtiyên DAIŞ’î, destek bidin Rêberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê û dadgeheke navneteweyî li Kobanê ava bikin.

Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasiyê bikin.

Leave a Reply

Back to top button