Senatorê Demokrat Bob Menendes: Wê dijberiya min a li hemberî firotina F-16 ji bo Tikriyê dewam bike

Li Kongresa Amerîkayê, dengê li dijî hewldana firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê zêde dibin.
Serokê Komîsyona Karê Derve yê Kongresê, senator Bob Menendez eşkere kir ew ê dijberiya xwe ya li hemberî firotina F-16 bidomîne.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Joe Biden got, ew dikarin balafirên F-16 bifroşin Tirkiyê, li Meclisa Nûneran û Kongresa welat, nerazîbûn zêde bûn.

Hejmareke zêde ji sentorên herdû partiyan ji ber pirsgirêka mafê mirovan a li Tirkiyê û her wiha niyeta Enqerê ya xerab ji bo bikaranîna van balafiran, li dijî fikra Biden derdikevin.

Serokê Komîsyona Karê Derve yê Kongresê, senatorê demokrat Bob Menendez careke din dubare kir ew ê di mijara dijberiya firotina balafiran de, gavê bi paşde neavêje.

Menendez eşkere kir eger şert û merc bên guhertin jî ew ê helwesta wî ya li hemberî firotina F-16 neyê guhertin.

Senatorê Amerîkî sedema vê helwesta xwe jî rewşa mafê mirovan a li Tirkiyê diyar kir.

Li gorî qanûnên Amerîkayê, di mijara firotina çekan de, Serokê Komîsyona Karê Derve Bob Menendez xwedî mafê bikaranîna VETO ye.

Back to top button