HRE: 5 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK LI EFRÎN Û BABÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku, wan rêzçalakiyên bi bandor li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li Efrîn û Babê pêk anîn.

Di encama çalakiyan de, 5 çeteyên Dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û 9 jî birîndar bûn.

5 çeteyên Dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û Babê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Ev encama rêzeçalakiyên hêzên rizgariya Efrînê li dijî dagirkeriyê ye.
Hêzên navborî bi daxuyanî û dîmenan, ziravî û detayên çalakiyên xwe parve kirin.
3’ê Tîrmehê, hêzên rizgariyê li gundê Daxilbaş ê Babê çalakieyeke berfireh û bi bandor, li dijî çeteyên firqet El Hemzat pêk anî..
Di encama şerê ku rû bi rû hat kirin de, 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Hêzên rizgariyê dest danîn ser du çekên cureya AK-47 û rextekî.
Heman rojê, hêzên rizgariyê ragihand ku, li ser riya navbera Bilbilê û Meydanekê, bi çalakiyek sebotajê li ereyebeyek leşkerî ya çeteyên Firqet Sultan Murad dan..
Di encamê de 3 çete bi giranî birîndar bûn.
Her wiha hêzên rizgariyê gihiştin Mari’ê.
Li vir çalakiyek bi bandor li dijî kombûneke çeteyên bi navê Ceyş El Nixbe pêk anî..
Di encamê de, herî kêm 3 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn..
Hêzên Rizgariya Efrînê doh jî ragihand ku, li Efrîn, Ezaz û Mari’ê 5 çete û leşkerên Dewleta Tirk hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn..

Leave a Reply

Back to top button