Ukrayna: Rûsya vê carê jî êrişî bendera Mikolayiv kir

Di demekê ku hewildanek zêde ya ji bo derxistina genimê Ukrayna tê kirin de, benderên welat bûne armanca hêzên Rûsyayê.
Piştî bendera Odessa, hêzên Rûsya bi moşekan êrişî bendera Mikolayiv kir.
Hemwextî vê yekê, Wezareta Parastinê ya Ukrayna jî ragihand ku wan bi moşekên ji Amerîka girtine derbên xurt li artêşa Rûsya dane.

Di ser şerê Ukrayanayê re 5 meh derbas bû.

Di serî de Amerîka û NATO, hêzên Rojavayî yên nekarî pêşî li vî şerî bigrin, bi cezayên giran ên li Mosko birîne û her wiha desteka leşkerî, destekê didin Kievê.

Bi gotineke din, niha şerê li Ukraynayê ku bi çekên NATO tê birêvebirin, veguheriye şerê wekaletê.

Hat ragihandin ku hêzên Rûsyayê piştî Bendera Odessayê li bendera Ukraynayê ya li herêma Mykolaivê xistin.

Şaredarê bajarê Mykolaiv, Oleksandr Senkevic, ji televîzyona dewletê ya Ukraynayê re got,

Bendera li başûrê welêt bi mûşekên “ji aliyê Derya Reş” ve hatî bûne armanca êrişan.

Senkevic zirara ku êrîşê li benderê bûye eşkere nekir.

Bendera Mykolaiv a ku tê gotin ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatiye armanckirin, ne di nav benderên ku di peymana genim de cih digirin e.

Rûsya 23’ê Tîrmehê li Bendera Odessa, yek ji sê benderên ku ji bo hinardekirina genimê Ukraynayê hatine destnîşankirin, xist.

Piştî êrişê têkçûna peymana navbera Moskow û Kîevê ya li Stenbolê bo derxistina genimê welat ket nîqaşê.

Lêbelê, duh di daxuyaniyekê de, Kremlînê diyar kir ku êrîşa Bendera Odessa “tenê” binesaziya leşkerî kiriye armanc.

Rêveberiya Ukrayna jî diyar kir ku tevî êrişan ew li bendêne dewqiyata bo genim pêk were.

Bi peyaman genim ya hatî îmzekirin re tê xwestin ku nêzî 20 heta 25 milyon ton genim bo welatên derve bê veguhestin.

Rêveberiya Moskow îdia dike ku keştiya li bendera Odessa ji aliyê wan ve hatî armanckirin, moşekên dijî keştiya Harpoon têde bûn.

Lê Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku “ti nîşanek” nîne keştiyeke şer a Ukraynayê yan depoya mûşekên dijî gemiyê li bendera ku êrîş lê hatiye kirin, hebe.

Kiev: Bi moşekên HÎMARS ên Amerîkayê, me 50 navendên Rûsyayê rûxandin

Her wiha Wezareta Parastinê ya Ukrayna doh ragihand ku di nava meha derbasbûyî de bi Moşekên HÎMARS ên Amerîkayê ji wan re şandî, 50 navendên leşkerî yên Rûsyayê rûxandine.

Wezîrê Parastinê Oleksiy Reznikov got;

Bi saya van çenkan, artêşa Ukraynayê tevgera dagirkeriyê ya Rûs paşve dixe.

Derbên giran li artêşa Rûsyayê têne xistin ku dorpêçkirina bajaran tê astengkirin.

Back to top button