Li Amerîka ji ber vîrûsa Meymûnê rewşa awerte hat ragihandin

Vîrûsa Meymûn li nava welatên rojavayî bi lez belav dibe.
Li nava parzemîna Amerîka zêdebûna daneyên pêketiyên vîrûsê rêveberiya welat xistiye tevgerê.
Li eyaletên Kalîforniya û Îlînoîsa yên DYA rewşa awerte hate ragihandin.

Vîrûsa Meymûnê metirsiya hêza xwe bi cîhanê dide nîşandan.

Ji ber vê yekê, li welatên Ewropa û Amerîka metirsiyek zêde xwe daye der.

Vîrûsê vê carê li Amerîka bûye sedemê panîkê.

Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom di daxuyaniyeke li ser malpera walîtiyê got;

Ji ber belavbûna bilez a şewba meymûnan ya piştî rewşa awarte ya San Franciscoyê li seranserê eyaletê rewşa awarte ya giştî hat ragihandin.

Gavin Newsom diyar kir ku ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê wan rewşa awerte ya ji bo derzîkirinê ragihandine.

Newsom destnîşan kir ku ew ê bi hukûmeta federal re xebata xwe bidomînin da ku bêtir derziyan peyda bikin û di derbarê kêmkirina xetereyê de hişyariyê zêde bikin.

Berpirsên tenduristiyê yên Kalîforniyayê ragihandin ku derdora 800 bûyerên meymûnê li eyaletê hatine tomar kirin.

Illinois jî tevlî eyaletên New York û Kaliforniya yên bûyerên meymûnê zêde bûn û rewşek awarte lê hatî ragihand.

Waliyê Illinois Jay Robert Pritzker got;

Biryara wan a lezgîn “pêdivî ye ku hemu çavkaniyên tenduristiya gelemperî yên berdest tev bigerin da pêşî li belavbûnê bigire.

Rêveberiya Tenduristiya giştî ya welat jî hewil dide derziyên li dijî vîrûsê bo gel were bikaranîn û ser mijarê jî welatî werin agehdarkirin.

Li Amerîka ji ber zêdebûna nexweşiyên meymûnê li eyaleta New York û San Franciscoyê cara despêkê di 30’ê Tîrmehê de rewşa awarte hat ragihandin.

Vîrûsa Meymûnê heta niha li bêtirî 75 welatan hatiye dîtin.

Her wiha bêtirî 16 hezar pêketiyên vîrûsê jî hatine tesbîtkirin.

Back to top button