Li nehiya Tilizêr şehîdên komkujiya Teqîna 14’ê Tebaxê bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Şengalê bi merasîmekê hatin bibîranin.
Bi vê boneya teqîna Tilizêr û Sîba Şêx Xidirê bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê merasîmek hate lidarxistin.
Ji gund û navçeyên Şengalê endam û Berpirsên YNK’ê, tevî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê li ber avahiya Meclisa Gel a Tilizêr heta cihê teqînê meşiyan.
Di merasîmê de Oldarê Êzdiyan Mam Bedel axivî û got:
“Bila her kesek zanibe eger tenê kesek ji me bimîne emê terka vê axê nekin.”
Cîgerê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên jî got: “Wê demê PDK li vir serwer bû, agahiya wan ji teqînê hebû, lê çawa di 3’yê Tebaxê de gel agehdar nekirin û reviyan di teqînê de cardin ew bûn sedem gelê me di komkujiyê re derbas bibin.”
Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Şengalê Dawid Cindî jî got:
“Dema em bikaribin tifaqa xwe xurt bikin emê rojên geş bibînin.”
Piştî merasîmê serdana gundê Izêr û Sîba Şêx Xidirê jî hate kirin û şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn.