Ukrayna..Tîma Laea gihişt Santrala Nukleerî ya Zaporijya

Ji bo lêkolînkirina li Santrala Nukleerî ya Zaparojya, tîma Ajansa Enerjiya Atomî ya Naventewî gihişt herêmê.
Di demekî ku tîm wê li herêm dest bi lêkolînê bike de, Moskow daxwaza bêalitiyê dike.

Çapemeniya Rûsya ragihand ku tîma bi ajansê gihiştiye bajarê Zaporijiya.

Şîrketa Enerjiya Nukleerê ya Dewletê ya Ukraynayê Energoatom jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî agahî parve kir ku şande derbasî santralê bûye.

Hemwextî vê yekê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov daxwaza bêalitiyê ji şandeyê kir.

Santrala navbûrî li başûr-rojhilatê Ukraynayê ye.

Di heman demê de, santrala nukleerî ya herî mezin a Ewropayê ye.

Santrala ku 6 reaktorên nukleerî lê hene, di saetê de xwedî kapasîteya hilberîna elektrîkê 5 hezar û 700 megawatt e.

Di heman demê de, ji sedî 20 ê elektrîka giştî ya Ukraynayê dihilberîne.

Santral 4ê Adarê ji aliyê Rûsyayê ve hatibû kontrolkirin.

Li derdora santrala ku niha di bin kontrola artêşa Rûsyayê de ye, êrîşên bi topan tên kirin.

Ukrayna û Rûsya hevdu bi van êrîşan tawanbar dikin.

Back to top button