Komelaya Rojnamevanan a Dîcle Firatê: Hejmara rojnamevanên girtî yên li Tirkiyê derkete 79’an

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafê rojnamevanan û saziyên çapemeniyê yên li Tirkiyê ya meha tebaxê bi raya giştî re parve kir. Di raporê tê li Tirkiyê 79 rojnamevan girtî ne.

Komaleya Rojnamegerên Dicle Fırat di rapora xwe de bal kişand ser zêdebûna zext û êrişên li ser rojnamevanan û ev agahî dan: “Di meha borî de 4 malper hatin girtin.

Biryara qedexeyê li ser 114 nûçeyan hate danîn.

2 rojnamegerên din hatin girtin, bi vî awayî li Tirkiyê hêjmara rojnamegerên girtî derket 79’an.”

Komeleyê diyar kir ku li Tirkiyê rojnamevan rastî zext û êrişan tên û got:

“Desthilatdarî bi van kiryarên xwe hewil dide rojnamegeriya azad biqedîne.”

Di dawiyê de Komeleya Rojnamegerên Dicle Fırat bang li hemû rojnameger û saziyên çapemeniytê kir ku li beramberî van zextan bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest.

Back to top button