MSD: NÛÇEYA ROJNAMEYA EL-EXBAR NE RASTE

Rojnameya El-Exbar a Lubnanê nûçeyek belav kir û tê de îdia kir ku wê belgeyek bidest xistiye ku Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bazirganê Îsraîlî Motî Kahana erekedar kiriye ku nûnertiya meclisê kar û barên girêdayî firotina petrola li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bike. MSD`ê jî bi daxuyaniyekê ev nûçe derewand.

Di daxuyaniya MSD’ê de weha tê gotin:

Rojnameya El-Exbar a lubnanî nûçeyek ji bingehê xwe ve nerast e belav kir.

Tê zanîn ku rojnameya El-Exbar a lubnanî dûrî pîşeya xwe ji bo pêkanîna rolên siyasî dixebite.

Ev nûçe di dema ku Meclisa Sûriya Demokratîk xebatên xwe di warê tekezkirina niştîmanî de ji her demê bêtir dike hat weşandin.

Lewma tiştên ku di nûçeyê de hatine gotin derew in.

Em tekez dikin ku mîna van hewldanan derheqê meclisa me de û belavkirina derewan, tenê dihêle em carek din ji gelê xwe re tekez bikin ku helwesta me li hember yekitiya xaka Sûriyê û serdestiya wê sabît e.

Emê her tim xebatên xwe yên destpêkê yanî tunekirina terorê û parastina ewlehiya herêmê û destkeftiyên wê pêk bînin

Leave a Reply

Back to top button