Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn laboratûwara analîzekirina madeyên xwarin û avê li bajarê Hesekê vekir.
Di merasîma vekirinê de bi dehan kes û şandeyek ji Rêveberiya Xweser amade bûn.
Laboratwar ji aliyê Desteya Çandinî û Avê ve tê birêvebirin.
Hevseroka Desteya Çandinî û Avê Leyla Saroxan deriyê laboratûwarê vekir.
Bi rêya wê madeyên xwarin û avê dê werin analîzkirin da ku kalîteya madeyên xwarinê bêne bilindkirin.
Ev 4 sal in xebat ji bo vekirina laboratwarê tê kirin.
Laboratûwar ji du beşan pêk tê; yek a analîzekirina madeyên xwarinê ye û ya din a analîzekirina avê û semadê ye.
Li kêleka vê laboratwarê, Rêveberiya Xweser amadekariya vekirina laboratûwara analîzekirina dermanên mirovî û beyterî û DNA’yê jî dike.