Bangladeş di nava qirêjiyê de maye

Li Bangladeşê ji ber avêtina bermahiyên pilastîk, qirêjî di asta herî jor de ye.
Kolanên Chittagong ji van bermahiyan tejî bûye û lawirên derdorê jî dinava vê qirêjiyê de mane.

Ev der bajarê Chittagong e yê Bangladeşê ye.

Bi gotineke din ev bajarê duyemîn yê herî mezin yê li welat e.

Di dîmenan de jî tê dîtin ku bermahiyên plastîk û zibaleya hatî avêtin, kolan û rêyên avê xetimandin e.

Ji çemê Karnphuli dimenê tê dîtin qet xweş xuya nake.

Li kêleka zibalê zarokên dileyîzin û lawirên li xwarinê digerin tê dîtin.

Li gorî lêkolîneke dema kin ya zanîngeha li bajar hatî kirin de, herêm rojane 249 ton plastîk dimezêxe.

Ev dane heta sala 2052’an tê texmînkirin ku bigihêje 428 tonî.

Piraniya vê zibalê jî îskan û kîsên plastîkin.

Li ser rewşa heyî zanyar hişyariya wê yekê dikin ku lawirên ku di nava van zibalan de li xwarinê digerin, bi metirsiya mirinê re rûbirû ne.

2021’an rêveberiya Bangladeş biryara wê yekê dabû ku ew ê hilberîna berhemên plastîk ji sedî 50 kêm bikin.

Ji bo gihiştina vê encamê jî heta 2025 dem hatibû diyarkirin.

Back to top button