Li Bakur û Başûrê Kurdistanê çalakiyên Gerîla

Gerîlayên HPG’ê li herêma Zapê li hêzên dagirker xistin. Di encama çalakiyan de leşkerekî Tirk hate kuştin.
HPG’ê diyar kir Sîxurê MÎT’ê yê bi navê Ozan Çîftçî di şehadeta fermandarên pêşeng yên Eyaleta Serhedê Evîndar, Eylem û Senar de rol girtibû hate kuştin.

Çalakî û berxwedana geîlayan ya li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagiker bê navber dewam dike.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir têkoşîn û berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bakur û heta başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a mêtinger û hevakrê bê navber dewam dike.

HPG’ê destnîşan kir di encama çalakiyên tîmên bi tevger de derbên giran li hêzên dagirker tên xistin û ev agahî parve kir;

HPG: Li herêma Zapê leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 13′ Cotmehê li qadên Çemço û Sîda ên Zapê bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin.

Li qada Saca jî 5 caran destwerdan li helîkopteran hate kirin ku dixwestin dagirkeran li qadê daynin. Li ser lêdana hêzên me helîkopteran neçar man ji qadê dûr bikevin.

14’ê Cotmehê jî li Qada Çemço tîmên bi tevger bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker xistin û di encamê dagirkerek hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 13’ê Cotmehê li Girê Cûdî ya herêma Metîna di encama çalakiya bi çekên giran ya hêzên YJA Starê de derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

Dîsa heman rojê di saetên piştî nîvro de li Girê Cûdî 3 caran bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve werin.”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 5 caran bi çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer, 30 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

HPG: Sîxurê MÎT’ê Ozan Çîftçî hate kuştin

Li aliyê din HPG’ê diyar kir şehadeta fermandarên pêşeng yên Eyaleta Serhedê Evîndar, Eylem û Senar hate lêkolînkirin û wiha got,

“Hate tespîtkirin ku di şehadeta van hevrêyên me de sîxurê MÎT’ê yê bi navê Ozan Çîftçî bi roleke sereke rabuye.

Ev sîxur ji aliyê tîma me ya tolhildanê ve hate kuştin.”

Back to top button