Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Parêzerî parastin û maf e” 5’emîn kongera xwe li bajarê Qamişlo li dar xist.
Kongre li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê bi beşdariya 210 parêzer û nûerên saziyan yên Herêma Cizîrê hate lidarxistin.
Di kongreyê de rapora xebatan hatin xwendin û li ser rewşa rêxistinî niqaş hatin kirin.
Di kongreyê de pêşî Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Şahîn Lalî axivî û bixêrhatina mêvanan kir û wiha got:
“Lidarxistina kongrê di vê demê de, nîşan dide ku yekîtî bi edaleta civakî û nirxê wê bawer e ku bi saya fikirên rêber Ocalan pêk hatiye.”
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî di kongreyê de axivî û pergalên ku behsa qanûnan û mafên mirovan dikin lê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û komployên li ser herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve bêdengin, şermzar kir û got:
“Ev derew û îdiayên wan nîşan dide ku tenê qanûnên wan ji bo berjewendiyên wan in.”
Hevserokê Yekitiya Parpêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mişlib El Tirkan jî axivî û soz da ku ewê li kêleka hêz û saziyên xwe parastina nirx û rêgezên demokratîk bikin.
Dê di dawiya kongreyê de hevserokên yekitiyê û 5 endamên dîwana giştî ya Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê hatin hilbijartin.