Ji Îmraliyê heta herêmê zincîra tecrîdê bi armanca qirkirina Kurdan pêk tê

Rêber Abdullah Ocalan ev 24 sal in li girava Îmraliyê dîl tê girtin.
Tevî ku tecrîdeke giran, jêdera berxwedanê Îmralî ye.
Di heman demê de jî tecrîd û tevahî êrişên li dijî gelê kurd ji Îmraliyê dest pê dikin.
Rojnamevan Sînan Cûdî Ji Îmraliyê bigire hetanî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî polîtîkayên tecrîdê dinirxîne.

Tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi rêbazên cûda dewam dike.

Ji Îmraliyê bigire hetanî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî siyaseta tecrîdkirina gelê kurd bênavber pêk tê..

Dewleta Tirk a dagirker vê zincîra tecrîdê jî bi tek armancê dike, ew jî kurd nebin xwedî statû..

Rojnamevan Sînan Cûdî vê polîtîkayê bi qirkirina nasnameya kurdiyatiyê bi nav dike..

Sînan Cûdî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî rêber Apo li ser tevahî gelê kurd bi heman hişmendiyê pêk tê..

Rojnamevan Sînan di vê çarçoveyê de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê berpirsê sereke dibîne

Zêdebûna êrişan di salvegera komployê de nameyên siyasî ne

Dewleta Tirk êdî bi rêbazên tecrîdê bandorê li siyaseta li herêmê jî dike.

Li gorî rojnamevan Sînan Cûdî zêdebûna êrişên li ser herêmê nexwesim di salvegera komployê de, nameyên siyasî ne..

Ambargo, qutkirina avê û êrişên rojan e ser herêmê, polîtîkayên tecrîdê ne

Rojnamevan Sînan Cûdî di dawiyê de jî li dijî polîtîkayên tecrîdê bang li gelê kurd kir ku hevgirtina xwe ava bikin û berxwedanê li her qadê xurtir bikin.

Back to top button