PENTAGON TIRKIYÊ HIŞYAR KIR Û DAXWAZA WÊ YA ÊRÎŞÊ QEBÛL NEKIR

Di wextekê de ku gefên Dewleta Tirk li ser herêmê dewam dikin, Pentagon hiyşariyê dide Tirkiyê..Wezareta parastinê ya Emerîka Pentagon bi daxuaniyekê Dewleta Tirk hişyar kir ku êrîşek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, nayê qebûlkirin.

Wezîrê Parstinê yê Tirkiyê Hilûsî Akar careke din gefên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî tûj kir û got, êdî ew ê êrîş bikin..

Piştî wê berdevkê Pentagonê Şon Robirtson Dewleta Tirk ji pêkanîna çi êrîşekê hiyşar kir û desntîşan kir ku, êrîşeke yekalî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, metirsiyeke mezin bi xwe re tîne..

Her wiha teqez kir ku, Emerîka xwesteka Tirkiyê ya êrîşê qebûl nake bi taybetî ku dibe hêzên Emerîkî li cihê êrîşê bin yan li nêzî wê bin..

Beriya du rojan jî, Wezîrê karê derve yê Tirkiyê diyar kir ku, wan û Emerîka derbarî herêma ewle ya ku Tirkiyê dixwaze li hev nekir..

Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî teqez kir ku, wan şertên xwe ji bo avakirina herêma navborî, ji her kesî re eşkere kiriye.

Leave a Reply

Back to top button