HÊZÊN REJÎMÊ GUNDÊ TEL EL-MILIH Ê BAKURÊ HEMAYÊ XIST BIN KONTROLA XWE

Piştî despêkirina şerê li herêmên navbera Idlib, Hema, Heleb û Lazqiyê bi 3 mehan, hêzên rêjîma Sûrî karîbûn gundê Tel El-Milih ê stratejîk têxe bin kontrola xwe. Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku piştî şerê 5 se’etan, komên çete ji herêmê vekişiyan.

Di encama wî şerî de 9 çeteyên dagirkeriya Tirk û 5 leşkerên rêjîma Sûrî hatin kuştin.

Di heman çarçoveyê de, herêmên Kebanê, Morig, Hisraya, Zekat, El-Cibîn, Latamana û Kefer Zêta yên bakurê Hemayê bûn armanca 70 bermîlên teqemeniyê yên hilîkopterên rêjîma Sûrî.

Her wiha balafirên şer jî 60 êrîşên ezmanî bi ser Termela, Erîha, El-Hebît û Xan Şêxûn ên başûrê Idlibê de bir.

Leave a Reply

Back to top button