Bi hezaran şêniyên Hesekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Tecrîda girankirî ku dewleta Tirk li ser Rêber Apo dimeşîne, dewam dike.
Ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelê Rojava jî li ser piyan e.
Li Hesekê û Dêrikê bi hezaran kesî daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Şêniyên Qamişlo û malbata şehîdan Tirbespiyê jî helwesta CPT’yê şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên Hesekê yên ji hemû pêkhateyan, ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, meşek lidar xistin.

Meş ji çexerêya Şehîd Arîn a li taxa Mişêrfê dest pê kir û li qada Xeto ya taxa Nasira veguherî mîtîngê û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.

Li Dêrikê gel piştgirî dan helwesta Ocalan

Ji bo piştgiriya helwesta rêber Abdullah Ocalan re ya redkirina hevdîtina bi CPTʹyê re, bi sedan kes li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê meşiyan.

Meclisa Malbatên Şehîdan helwesta CPT’yê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê jî dewama tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û paşguhkirina CPT′yê di pêkanîna erkên xwe de, bi daxuyaniyekê, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Em paşguhkirina CPT′yê li hember nepêkanîna erkên xwe li hember rêber Ocalan şermezar dikin.

Her wiha bêdengiya rêxistinên mirovî û desteyên navneteweyî jî şermezar dikin.

Em soz didin ku heta pêkanîna serkeftin û azadiyê li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan bin.”

”Em ê heta azadiya fîzîkî a Rêber Apo têbikoşin”

Xelkê Qamişlo dibêjin ku redkirina rêber Apo ya hevdîtina bi CPT re peyameke wiha dide ku divê gelê Kurd berxwedanê berdewam bike û têkoşînê geş bike.

Back to top button