YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir

YPGʹê nasnameyên du şervanên xwe ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a di 3’ê Kanûnê de li Amûdê pêk hat şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê şehadeta 2 şervanên ku di êrişa ezmanî ya dewleta Tirk a li ser navçeya Amûdê de şehîd bûbûn, daxuyaniyek da..

Di daxuyaniyê de li ser bûyerê ev agahî hatin dayîn:

“Di 3’yê Kanûnê de li ser rêya Amûdê nêzî gundê Raya balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker seyareyeke ku 2 hevrêyên me têde bûn, kir hedef.

Di encama êrişê de hevrêyên me Dilxwaz Agir û Hisên Mamed şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya konsepta ku di serî de qirkirina gelê Kurd û gelên azadîxwaz a herêmê kiriye hedef, bi salan e êrişên cur bi cur li ser axa me pêk tîne. ”

YPG’ê li ser jiyana û têkoşîna herdu şehîdan de ev yek got:

“Hevrêyê me Dilxwaz Agir û Hisên Mamed ji deverên cûda ên xaka Kurdistanê bûn, li ser armanca azadîya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin gel hev û bûn têkoşerê gelê xwe.

Li hember gel û dîrokê xwe berpirsyar dîtin û ji bo azadîyê barê giran ê şoreşê girtin li ser milên xwe.

Her du hevrêyên me yên hêja ku mêrxasên gelên me ne, di jiyana xwe ya şoreşgertiyê de di her şert û mercê de ji her karî re amade bûn.

Erk û berpirsyartiyên xwe li hember gel û dîrokê bicîh anîn.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya herdu şervanên şehîd wiha ne:

  • Nasnav: Dilxwaz Agir
  • Nav û Paşnav: Osman Mutlu
  • Navê Dayikê: Salîha
  • Navê Bav: Sekvan
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê, 3 Kanûn 2022

  • Nav û Paşnav: Hisên Mamed
  • Navê Dayikê: Necah
  • Navê Bav: Elî
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê, 3 Kanûn 2022
Back to top button