Yemen-11 Hezar zarok hatine kuştin yan birîndar bûne

Li Yemenê şerê mezhebî bûye sedema wêraniyek zêde li pey xwe bihêle.
Fona Alîkariyê ya Zarokan a NY (UNICEF) ragihand ku di nava 7 salên derbasbûyî de 11 hezar zarok hatine kuştin yan birîndar bûne.
Her wiha nêzî 4 hezar jî tevlî şer hatine kirin.

Şerê bê dawî û miriyên bêguneh…

Ji 2014’an ve rewşa li Yemenê wiha ye.

Şerê mezhebî yê li welat, tevî wêranî, hejarî û kuştinê bêtirî 7 salane rewş wiha ye.

Zarok beşek sereke yê qurbaniyê van hesabên deshilatê ne.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser mijarê daxuyaniyek da.

UNICEF’ê diyar kir ku ji 11 hezar û 19 zarokan, 3 hezar û 774 hatin kuştin.

Di bîlançoya beriya niha de hatibû gotin, 10 hezar û 200 zarok hatine kuştin, birîndarkirin an jî seqet hatine hiştin.

Bîlançoya nû li ser pêvajoya ji Adara 2015’an heta 30’ê Îlona 2022’an e.

Tenê bûyerên ku ji aliyê UNICEF’ê ve hatine piştrastkirin tevlî vê bîlançoyê tê kirin.

UNICEF’ê diyar kir ku bîlançoya rastî dibe ji vê gelekî zêdetir be.

Di nava dema diyarkirî de 3 hezar û 904 zarokên xurt tevlî şer hatin kirin û 91 zarokên keç jî hatin biçekirin.

UNICEF bû zarokên Yemen banga alîkariyê kir

Li gorî Rêvebera Giştî ya UNICEF’ê Catherine Roussel, ji ber nexweşiyên dikarin pêşî lê bêne girtin an jî birçîbûnê, gefa mirinê li ser sedhezaran zarokî heye.

Roussel ji bo alîkariya mirovî ya ji Yemenê re careke din bang kir.

UNICEF’ê diyar kir ku ji bo bersiv ji krîza mirovî re bê dayin pêwîstî bi 484.4 milyon dolarî heye.

Bernameya Pêşveçûnê ya NY Mijdara 2021’ê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku nêzî 377 hezar kes ji ber şer û birçîbûn, nexweşî û nebûna avê jiyana xwe ji dest dan.

Li vî welatî meha Nîsanê agirbest hate ragihandin û du caran hate dirêjkirin.

Herî dawî dema agirbestê destpêka meha Cotmehê qediya.

Hikumeta Yemenê ya ku civaka navdewletî wê nas dike û serhildêrên Hûsî ji bo dirêjkirina agirbestê li hev nekirin.

Back to top button