Li cîhanê jimara rojnamevanên girtî di asta rekorê de ye

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ragihand ku îsal li cîhanê 533 rojnameger hatine girtin û 57 rojnameger hatine kuştin.
Di beşa Tirkiyê de bal hat kişandin ser girtina çapemeniya kurd û hate gotin:
Rojnamevan bi awayekî komî têne girtin û binçavkirin.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) bîlançoya xwe ya salê eşkere kir.

Rêxistinê diyar kir ku li seranserê cîhanê 533 rojnamevan dema ku dixwestin raya giştî agahdar bikin hatin girtin û 57 ji wan hatin kuştin.

RSF’ê bal kişand ser zêdebûna rekor a girtin û kuştinan û da zanîn ku 65 nûnerên çapemeniyê hatine girtin û 49 jî winda ne.

Rêxistina RSF’ê ku navenda wê li Parîsê ye, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku di sala 2022’an de di warê mafên rojnamegeriyê de kêmbûneke cidî heye.

Li gorî rêxistinê heta 1’ê Kanûnê, 533 rojnamegerên girtî hatine tespîtkirin.

Ev dane ji yên par ji sedî 13,4 zêdebûneke rekor nîşan dide.

Di lîsteyê de Çîn bi 110 rojnamevanên girtî, Myanmar bi 62 rojnamevanan, Îran bi 47 rojnamevanan, Viyetnam bi 39 rojnamevan û Belarûs bi 31 rojnamevanan di rêzên despêkê de cihê xwe girtin.

Li seranserê cîhanê ji sedî 54’ê rojnamevanên girtî li van 5 welatan di zindanan de ne.

Di raporê de her wiha hat dîtin ku tenê ji sedî 36.4’ê rojnamevanên girtî yên cîhanê hatine mehkûmkirin û ji sedî 63.6’ê mayî jî nehatine darizandin.

Deloire: Zindanan zû tejî dikin

Sekreterê Giştî yê RSF’ê Christophe Deloire كريستوف ديلوار têkildarî weşandina bîlançoya 2022’an daxuyaniyek da û got,

“Dîktatorî û hikûmetên otorîter ji bo tijekirina girtîgehên xwe bi rojnamegeran bi lez û bez dimeşînin.

Ev zêdebûna rekora nû ya di girtina rojnamevanan de, pêdiviya şewitandina berxwedanê li hember van hêzên bêwijdan piştrast dike û bi hevgirtinek aktîf re bi hemû kesên ku armancên azadiya nûçeyan, serxwebûn û pirrengiyê diparêzin re tevdigerin.”

Di raporê de hate diyarkirin li Tirkiye û Îranê bi taybetî li ser rojnamevanên Kurd zext gelekî zêde bûne.

Li Îranê Kurdan berdêla protestokirina hikumetê dan û herî kêm 9 rojnamevanên Kurd niha girtî ne.

Li Tirkiyê 40 rojnamevanên Kurd girtî ne

Li Tirkiyê jî bi giştî 25 rojnamevanên Kurd hatine girtin.

CPJ’ê diyar kir li Tirkiyê hejmara rojnamevanên girtî bûye 40 û bal kişand ser vî tiştî ku qanûna sansurê wê veguhere êrişa li ser azadiya çapemeniyê.

Back to top button