Mafya Îtalya derbe xwar

Şefê mafya Îtalya Matteo Messina Denaro li Palermo hate girtin.
Alîkarê Serokwezîra Îtalya Salvini girtina Denaro ragihand.

Denaro wekî cîgirê serokên Cosa Nostra, Toto Riina û Bernardo Provenzano ku 2016 û 2017 di girtîgehê de mirin, tê hesibandin.

Matteo Messina Denaro yê 60 salî ev 30 sal in wekî fîrarî tê xwestin.

Salvini di peyama ku parve kir de wiha got:

“Piştî 30 salan Matteo Messina Denaro hat girtin.”

Lîderê mafya Îtalya denaro hate girtin

Salvini diyar kir ku sûcdarên herî mezin yên reviyan, zû an dereng hatin girtin û spasiya hêzên ewlehiyê kir.

Salvini got,

“Ev ji bo Îtalyayê rojeke mezin e û ji mafyayê re hişyariyek e.

Sazî û lehengên me yên bi unîforma (hêzên ewlehiyê) tu carî dev jê bernadin.”

Generalê Cendirmeyan Pasquale Angelosanto ji ajansa AGI re got:

“Îro cendirmeyan firar Matteo Messina Denaro dema ji bo dermankirinê li naendeke tenduristiyê ya li Palermoyê bû ew girtin.”

Matteo Messina Denaro li Îtalyayê di serê lîsteya herî lêgerînê ya Wezareta Karên Hundir de cih girt.

Denaro yê endameke Cosa Nostra ye, Nîsana 1962 de li nêzî bajarê Trapani ji dayik bû.

Ji ber sûcên kuştinê cezayê heta heta lê hatibû birîn.

Tenê wêneyekî wî yê ku tê zanîn ew jî yê 1990’î ye.

Back to top button