Serokeşîr û rûspiyên Dêrazor: Êrişên Tirkiyê DAIŞ’ê zindî dike

​​​​​​​Serokeşîr û rûspiyên gundên rojhilat ê Dêrazorê dibjin êrişên Tirkiyê DAIŞ’ê zindî dike.

Berdevkê Meclisa Eşîrên El Bûkemal, Şêx Selah El Selman derbarê mijarê de axivî.

Selah El Selman anî ziman ku DAIŞ’ê dixwaze tevliheviyan li herêmê belav bike.

Û aramî û ewlehiya herêmên ku ji terorê hatine rizgarkirin têk bibe.

Selah diyar kir ku Tirkiyê piştevanê herî mezin ê DAIŞ’ê ye û ev tişt anî ziman:

”Em hemû dizanin ku piştevahê herî mezin ê DAIŞ dewleta Tirk a dagirker e.

Êrişên xwe ên li dijî herêmê zêde kirine da ku derfta xwezindîkirinê bide DAIŞ’ê.”

Rûspiyê eşîra El Dexîl ê li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Esed El Dexîl jî axivî.

El Dexîl pêngavên ewlehiyê yên QSD’ê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê silav kir.

Û ji bo tunekirina bi temamî ya şaneyan daxwaza zêdekirina van pêngavan kir.

Back to top button