HPG: LI ÇELÊ Û XAKURKÊ HERÎ KÊM LEŞKEREK HATIYE KUŞTIN

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çelê û Xakurkê bi şêwazên cuda çalakî pêkanîn. Li gorî daxuyaniya HPG’ê di çalakiyan de herî kêm leşkerî Tirkiyê hatiye kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan 12’ê Tebaxê li dijî wesayîteke leşkerî ku ji navçeya Çelê ya Coelmêrgê ber bi qereqola Şîkerê re diçû bi taktîka sabotajê çalakiyek li dar xistin.

Wesayîtê derb xwar, lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin ne hat zelalkirin.

Heman rojê yekîneyeka operasyonê li Girê Şekîf yê herêma Xakurkê bûn hedefa hêzên gerîla.

Di vê çalakiyê de jî herî kêm leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.

Leave a Reply

Back to top button