Evîn Cuma: Dewletên hegemon li ser jiyana koçberan bazaran vedikin

Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma der barê rewşa koçberan li herêmê de got:
“Dewletên hegomon li ser jiyan û çaranûsa koçberan bazaran dikin.
Ew bi xwe sedema bingehîn a vê koçberiyê ne.”

Di hemû welatên ku şer, pevçûn û alozî lê derdikevin rewşên mîna qirkirin û herî zêde koçberî bi pêş dikeve.

Ev rewş li Sûriyeyê bi rengekî pir zêde hatiye jiyîn.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rê ve dibe rewş cuda bû.

Di van salên dawiyê de hejmara koçberan zêde bûye.

Ev yek jî ji ber êrişên dewlata Tirkin.

Têkildarî rewşa koçberan Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma axivî û got:

“Li ser mijara koçberan gelek siyaset û planên qirêj têne meşandin.

Dewletên hegemon li ser jiyan û çaranûsa koçberan bazaran vedikin.

Niha koçberên ku di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn bi rewşên zehmet re rû bir û dimînin.

Lewma Doza koçberan dozeke mirovahiye.

Pêwîst e hemû mirovahî di ber koçberan de xwedî erk û berpirsiyar bin.”

“Dorpêça li ser herêmê dihêle koçber zehmetiyan bikşînin”

Evîn Cûma bal kişand ser rewşa herêmên ku herî zêde rewşa koçberiyê lê zehmet bûye û wiha domand:

“Niha li herêmên weke Heleb, Til Rifat û Şehba ku piraniya wê koçberên Efrînê lê bi cih dibin rewşeke pir xeter heye.

Me dît di rewşa dawiyê de çawa zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest dan.

Dorpêça li ser herêmê roleke xwe ya girîng dilîze ku debara jiyanî zehmet dibe.

Her wiha kêmbûna alîkariyên mirovahî dibe sedem ku barê rêveberiya herêmê giran bibe.”

“Divê parastinele navnetewî li herêmê were mayindekirin”

Evîn Cûma herî dawî da zanîn ku divê ji bo parastina koçberan biryar di qada navneteweyî bên girtin.

Divê parastineke navneteweyî bi biryarekî navneteweyî li herêmê were mayindekirin.”

Back to top button